۱۳۹۵/۰۵/۱۲


“Staffan de Mistura” bi rayedarên Îranê re civiya


“Staffan de Mistura” bi rayedarên Îranê re civiya

Kurdistanemdia: “Staffan de Mistura” nûnerê NY bo karûbarên Sûriyê, serdana Tehranê kir, û bi rayedarên rejîma Îranê re civiya. 
Li gora nûçegihaniyan, “Staffan de Mistura” di yekem programa hevdîtina xwe de, digel Husên Cabirî Ensarî, alîkarê Wezareta Karê Derve ya Îranê bo beşa welatên Erebî û Afrîqayî civiya. 


“Staffan de Mistura” piştre digel Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf hevdîtin kir, û bi hev re li ser dawî guherînkariyên Sûriyê, û gotûbêjên aştiyê, derheq kirîza Sûriyê axivîn. 

Eva duyem serdana “Staffan de Mistura” bo Tehranê ye, û navbirî roja 4’ê Nîsanê jî serdana Tehranê kiribû, lê serbarê hewldanên navbirî kirîza Sûriyê nehatiye çareserkirin.

Karnasên siyasî li ser vê baweriyê ne, heya wê demê ku rejîma Îranê di çarçoveya berjewendiyên xwe yên siyasî de piştgiriya rejîma Sûriyê bike, kirîza Sûriyê çareser nabe.