Mehmûd Ebas û Meryem Recewî civiyan

Kurdistanmedia: Mehmûd Ebas ê serokê Teşkîlata xwebirêveber ya Filistînê û Miryem Recewî serkomara “Şoraya Milî ya Moqawimet”ê lihev civiyan.
Hate ragehandin ku di vê civînê de Mehmûd Ebas tekzî liser şerê li dijî binajuxwazî û terorîzmê di herêmê de kir, û hevdem Miryem recewî jî, Komara Îslamî ya Îranê weke çavkaniya sereke ya şerê tayifî û terorîzm û binajuxwaziya Îslamî li herêmê û bitaybetî di Sûriye, Îraq, Lubnan û Yemen û beşek ji axa Filistînê de, da zanîn.

Miryem Recewî di gotinên xwe de bas ji vê kir ku, gerek welatên herêmê û xelk û “Moqawimet”a Îranê, xwe ji şerê binajuxwaziyê ku nawenda wê li Tehran a di bin deshilatdariya Axundan de ye, derbaz bike.
Malpera Mocahidîn Xelq a Îranê ragehand ku di vê çavpêketinê de hejmarek ji rayedarên Filistînî ên weke “Sa’ib Erîqat” jî pişikdar bûn.
Civîna Mehmûd Ebas û Miryem Recewî bû sedema dilgiraniya rayedarên rejîma terorîst ya Tehranê û di vê derheqê de, Şêvirmendê Wezîrê Karê Derve yê rejîmê hate deng û ragehand ku, Mehmûd Ebas xwediyê kesatiyek lerzok e û kirêgirtiyê Amerîkayê ye.
Husên Şêx El-Îslamî di doma gotinên xwe de Mehmûd Ebas weke karsaz û sîxorê Saziya Îtila’ata Nawendî ya Amerîka “CIA” da zanîn û ragewhand ku, lihevciviyana wî û terorîstan, dihat çavnihêrîkirin.
Rejîma Îslamî ya Îranê di demekî de xwe bi piştevanê Filistînê dizane ku, netenê Mehmûd Ebas, belkî rêkxistina “Hemas”ê jî piştî têkçûna têkiliyên di navbera Riyaz û Tehranê de, ji rejîma Îranê dûr ket.
Hêjayî basê ye ku “Hemas” yek ji wan rêkxistina ye ku, li dijî deshilatdariya Beşar Esed di Sûriyê de ye.