Sîxorên Sipah û Hizbullahê li Misrê hatin dadgehîkirin

Kurdistanmedia: Dozgeriya giştî ya welatê Misrê di biryarekî de du siyasetvanên paye bilind ên welatê xwe, bi tawana sîxoriya bo Sipaha Pasdarên ser bi rejîma Îsalmiya Îranê û Hizbullaha Lubnanê mehkûm kirin.
Di vê derheqê de “Nebîl Sadiq” cîgirê dozgeriya Misrê roja Duşemî berwarê 15’ê Tebaxê ragehand ku, dozgeriya giştî ya Misrê dezgeha ewlekariyêa bilind ya welat rasipardiye ku, lêkolînê liser 2 siyasetvanê Misrê bike û piştî encama lêkolînan hate eşkere kirin ku ew du siyasetvan, sîxorên Sipaha Pasdarên rejîma Îsalmî ya Îranê û Hizbullaha Lubnanê bûne.

Dezgeha dadweriya Misrê jî di rapora xwe de “Ebdulne’îm Ebolfetah” ê serokê partiya “Misr El-Qewiye” (Misra xwedî Hêz) û “Hemdî Sebahî” siyasetvanê Misrî, bi sîxoriya bo Sipaha Pasdaran û Hizbullahê, ewlehiya welatê misrê xistine metirsiyê de.
Nawenda nûçegihaniya “El-Cezîre” ragehand ku, ew du siyasetvanên tawanbar li derveyî welatê Misrên û li gorî biryara dezgeha dadweriyê, dema vegeriyan Misrê vê bên binçavkirin.
Hate ragehandin ku heyamek berîniha jî ew du siyasetvan di kombûnekî Hizbullahê de pişikdar bûne.