۱۳۹۵/۰۵/۲۸


Rojane 8 kes di Îranê de bi madeyên hişber canê xwe jidest didin


Rojane 8 kes di Îranê de bi madeyên hişber canê xwe jidest didin

Kurdistanmedia: Cîgirê Wezîrê ya Saxlemiya rejîma Îslamî ya Îranê ragehand ku, li gorî raporên rêkxistina pizîşka yasayî, di Îranê de rojane 8 kes bi sedema bikaranî û îtiyada bi madeyên hişber canê xwe jidest didin, û 50%’ê ji bikarberên wan madeyan jî, tûşî nesaxiya “Hêpatît”, û 14%ê tûşî nesaxiya “HIV” ne.
Îrec Herîrçy ji rêya ÎSNA yê ve ragehand ku, serbarê hewlên di pêxema kêmkirina xisarên bikaranîna madeyên Hişber, niha Heb a Mêtadol cihê madeyên hişber di Îranê de girtiye û eva ji bûye sedema nîgeraniya wezareta saxlemiyê.

Li gorî serhejmêriya nawenda xebata li dijî madeyên hişber di Îranê de, di salê de 500 ton madeyên hişber di Îranê de tên bikaranîn û temenê bikarberên wan madeyan jî gihiştiye 15 saliyê, û herweha di 3 salên derbazbûyî de îtiyar di nava jinan de 3 hemberî bûye.

Eva di demekî de ye ku rejîma melayan wusa nîşan dide ku, xebatê li dijî madeyên hişber dike, lê bi xwe yek ji çavkaniyên herî serek ên perepêdana bi vê diyardeya qirêj ya civakî ye bi taybetî di herêmên Kurdistanî de.