Amerîka: 80 hezar Şî’eyên ser bi Îranê li Îraqê şer dikin

Kurdistanmedia: Karbidestekî leşkirî ya Amerîkayê roja Sêşemî 16’ê Tebaxa 2016’an ragehand ku, nêzîk bi 100 hezar çekdarên Heşda Şe’bî, liser fermana rejîma Îslamî ya Îranê di Îraqê de şer dikin.
Nawenda nûçegihaniya “Fox news”ê ji ziman “Kirîstofêr Garor” ve ragehand ku, ji wan 100 hezar çekdarên Şî’e ên Îraqî ku bi Heşda Şe’bî hatine binavkirin, rast e ku hemû di bin fermana rejîma Tehranê de nine, lê 80 hezar kes ji wan bi tewahî ji aliyê rejîma Îsalmî ya Îranê ve tên piştevanîkirin û biryarê ji Tehranê werdigirin.

Heya niha Amerîkayê ji li hemberî hebûna çekdarên Heşda Şe’bî li kêleka hêzên Îraqê di şerê li dijî DAÎŞ’ê nerazîbûna xwe nîşan nedaye, lê berdewam Amerîka û civaka cîhanî, bitaybetî Suniyên Îraq û cîhanê, li hemberî çêbûn û serhildana şerê Tayfî di Îraq û herêmê de nîgeraniya xwe nîşan dane.
Jiber ku di dema azadkirina bajar û gundên ku di bin kontrola DAÎŞ’ê de bûn, hêza Heşda Şe’bî bi dehan car dest avêt cînayetên hovane li dijî hemwelatiyê Sunî li Îraqê, û eva jî bûye sedema nîgeraniya civaka Suniyên Îraqê û niha jî daxwazê dikin ku rê nehê dayîn ku di çerê azadsaziya Mûsilê de Heşda Şe’bî pişikdar be.