Sekreterê giştî ê PDKÎ serdana Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur kir

Kurdistanmedia: Heyeteke PDKÎ bi serperestiya Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ serdana Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur kir.
Roja Şemiyê 30’ê Tîrmehê heyeteke PDKÎ bi serperestiya Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ, serdana sekreter û heyeta birêvebiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur kir.
Di vê serdanê de, heyeta PDKÎ ji aliyê Sertac Bûcak sekreterê giştî ê vê partiyê, û heyeta digel wî ve hate pêşwazîkirin.
Di vê hevdîtinê de, Mistefa Hicrî pîrozbahiya bidawîhatina serkevtiyane ya kongireya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur, ji sekreterê vê partiyê kir.
Piştre herdu aliyan pirsa Kurd di hemû beşan de, behs li ser kirin, û hevahengî û hewcehiya aîkariya zêdetir ya hêzên Kurdistanî di rewşa niha de bi girîng zanîn, û li ser berfirehkirina pêwendiyên herdu aliyan pêdagirî kirin.