۱۳۹۵/۰۵/۱۱


Almanyayê pêşiya axivtina Erdoxan bi riya têlkinferansê ve girt


Almanyayê pêşiya axivtina Erdoxan bi riya têlkinferansê ve girt

Kurdistanmedia: Hevwelatiyên Tirk ên li welatên Ewropî de, li dijî derbeya leşkerî mîtîngek pêk anîn, û Almanyayê pêşiya axivtina Erdoxan bi riya têlkinferansê ve ji bo beşdarên mîtîngê girt.
Li gora nûçegihaniyan, li bajarê Koln a Almanyayê, ji aliyê ofîsa demokrasî li dijî derbeya leşkerî ve, mîtîngek hate pêkanîn
.
Di vê mîtîngê de, ku nêzî sed nawend û encumenan jî piştgiriya wê kiribûn, daxuyaniyên hevbeş bi zimanê Almanî û Tirkî hatin xwendin, û 2 hezar û 700 polîsan jî ewlehiya wê mîtîngê diparastin.

Erdoxan ku dixwastin bi riya têlkonferansê ve, ji beşdarên mîtîngê re baxive, ji aliyê dadgeha Yasaya Bingehîn ve, biryara pêşîgirtina ji belavbûna axivtinên wî hate dayîn.
Di vê derheqê de, pilatforma demokrasî li dijî derbeya leşkerî, di destpêkê de, gilînameya xwe bire cem dadgeha herêmî, û piştre jî bire cem dadgeha Bilind ya Almanyayê, lê dadgeha Bilind jî derheq pêşîgirtina ji axivtina Erdoxan pişta polîsê Almanyayê girt.
Serokê Yekîtiya Tirkên Demokrat ên Ewropayê Zefer Sîrakaya li ser vê mijarê axivî û got: “Ew hukm cihê qebûlkirinê nîne, û gellek eşkere ye, ku ew hukm siyasî ye. Pêşîgirtina ji azadiya ramanê di nav demokrasiyê de wateya xwe heye”.

Berdevkê nawenda serkomariya Tirkiyê, Îbrahîm Kalîn jî dijkiryar di hemberî vê helwesta dadgeha Yasaya Bingehîn ya Almanyayê de ji xwe nîşan da, û got: “Em nikarin vê kiryara berpirsyarên Almanyayê qebûl bikin, ku pêşiya axivtina serkomarê Tirkiyê girtin”.
Hêjayî basê ye ku hikûmeta Almanyayê, yek ji wan hikûmetan e, ku her zû derheq bikaranîna tundûtûjiyê li dijî derbekaran hişdarî da Tirkiyê, lê Tirkiyê bi tundî ew helwesta Almanyayê şermezar kir.