Riyaz seba hewla terora balyozê xwe daxwaza zelalkirinê ji Bexdayê dike

Kurdistanmedia: Piştî vê ku hewla terora balyozê Erebistanê li Bexdayê serkewtî nebû, yek ji fermandeyên leşkirî ên ser bi rejîma Îsalmî ya Îranê, di daxûyaniyekî televizyonî de ragehand ku, Samir El-Sebhan wê bê kuştin, û terora wî şanaziyeke bo hemû Îraqiyan.
Ew gotina “Ûs El-Xefacî” ku rêberê girûpa “Ebolfezlê Ebas”e û yek ji wan girûpên Şî’e ên Îraqê ye ku, di bin fermana Sipaha terorîst ya Quds û Qasim Silêmanî de ye, bûye sedem ku dewleta Erebistanê ji rêya balyozxaneya xwe ya li Bexdayê, daxwaza zelalkirina fermî ya Îraqê, di vê derheqê de kir.
Samir El-Sebhan di vê derheqê de ragehandiye ku, em çavnihêrî dikin ku Bexda seba gefa kuştina baloyzê Erebistanê li Îraqê ronkirinê bide.
Samir El-Sebhan di vê derheqê de dibêje ku, di çend heyvên derbazbûyî de gellek gef jê hatine xwarin û hewlên terora wî hatine dayîn, ku piraniya wan ji aliyê kirêgirtiyên rejîma Îranê ve hatine encamdan, û gefa herî dawiyê jî, ji aliyê Ûs El-Xefacî ve hatiye xwarin.
El-Xefacî dijminatiya rasterast ya xwe digel Samir El-Sebhan tîne ziman û dibêje ku, hem bi xwe û hem jî Heşda Şe’bî li pey vê yekê ne ku balyozê Erebistanê li Bexdayê Samir El-Sebhan bikujin, û hekî di kuştina wî de jî serkewî bûn, eva şanaziyek mezin e bo hemû Îraqê.