Li bajarê Cizîrê, teqîneke bihêz rû da

Kurdistanmedia: Di encama teqîneke bihêz li bajarê Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnxê li Bakura Kurdistanê, 9 kesan jiyan xwe ji dest dan, û aliyê kêm 64 kes jî birîndar bûn.
Li gora nûçegihaniyan, îro roja Înê ser sibehê, ew teqîn bi riya trombêleke bombebarkirî li nêzî binkeyeke polîsê Tirkiyê rû da.
Li gora nûçegihaniyan, îro roja Înê ser sibehê, ew teqîn bi riya trombêleke bombebarkirî li nêzî binkeyeke polîsê Tirkiyê rû da.
Şirnax li nêz sînorê Sûriye û Îraqê ye, û gellek caran şer û pevçûnên dijwar di vê parêzgehê de rû didin.
Piştî teqînê bilez birîndar bo nexweşxaneyên derdorê hatin veguhastin. Heya niha jî tu aliyekî berpirsyariya vê teqînê negirtiye stûyê xwe.
Herçend ku zêdetir ji salekî ye ku şer û pevçûnê dijwar di Tirkiyê û Bakura Kurdistanê de rû didin, lê çavdêrên siyasî li se rvê baweriyê ne, ku êrîşa Tirkiyê bo ser Cerablosê bona pêşîgirtina ji pêşveçûnên Kurdan di Rojavaya Kurdistanê de, rewşa ewlehiya Tirkiyê ji berê wê aloztir bike, berevajiyê eva ku Tirkiyê difikire.
Hêjayî basê ye ku herêma Cerablosê ji bo Kurdan gellekî girîng bû, û hekî ew der bi tewahî ketiba destê Kurdan de, wê demê, wê Kobanê û Efrînê bi hev re hatibana girêdan, lê Tirkiyê ew yek wekî gefekê li ser ewlehiya xwe didît.