۱۳۹۵/۰۶/۰۶


Amerîka: Şandina teqemeniyên Îranê bo Yemenê gef in li dijî Amerîkayê


Amerîka: Şandina teqemeniyên Îranê bo Yemenê gef in li dijî Amerîkayê

Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê ragehand ku, Şandina mûşek û çek û teqemeniyên curbicur ji aliyê rejîma Îranê ve bo Hûsiyên Yemenê, netenê gef e li dijî Erebistan û herêmê, belkî gefek micit e bo ser Amerîkayê jî.
Can Kêrî ku bona danûstanên derheq bi kirîza Sûriye û yemenê çû bû Riyaza serbajarê Erebistanê, di dema serdana xwe de, roja 24’ê Tebaxê digel Melik Selman, paşayê Erebistanê civiya.


Kêrî piştî civîna xwe, di konfiranseke rojnamevanî de li “Cedê” ragehand ku, şandina mûşek û çek û teqemeniyên pêşkevtî ji aliyê rejîma Îranê ve bû Yekenê, serbarê Erebistan û bi giştî herêmê, weke gef bo ser Amerîkayê jî tê hesibandin.

Di vê derheqê de Mihemed Cewad Zerîf ragehand ku, şiyanên leşkirî yên Îranê tu car weke gef o ser welatên herêmê nahên hesibnadin, belkî tenê nîşan ji qasê hêza berevaniya Îranê ye.

Wezîrê karê Derve yê rejîma Îslamî ya Îranê li dor gotinên Can Kêrî yê wezîrê karê derve yê Amerîkayê jî ragehand ku, ev gotinên Can Kêrî, pişikdariye di wan cînayetên şer û dijî mirovahî û dijî zaroka ne ku, dewleta Erebistanê derhqeq xelkê bê tawan yê Yemenê Encam dide.