۱۳۹۵/۰۶/۱۰


Lêpirsîna ji Ehmed Muntezirî berdewam e

Lêpirsîna ji Ehmed Muntezirî berdewam e

Kurdistanmedia: Piştî vê ku fayla dengî ya Muntezirî derheq îdamên sala 1367’an de belav bû, Ehmed Muntezirî berdewam bo dadgeha taybet ya Rûhaniyetê tê bangkirin. 
Ehmed Muntezirî yekem car di roja 23’ê Gelawêjê de bo dadgeha taybet ya Rûhaniyetê hate bangkirin, û bo heyama sê demjimêran lêpirsîn jê hate kirin. 

Roja Yekşemiyê jî bo heyama 5 demjimêran, lêpirsîn jê hate kirin. Roja Duşemiyê jî navbirî di dadgehê de amade bû, û îro jî lêpirsîn jê hate kirin. 

Ew fayla dengî yekem car roja Sêşemiyê 19’ê Gelawêjê di malpera fermî ya Ehmed Muntezirî de hate weşandin. 

Lê li gora gotina navbirî, wî li jêr zexta Wezareta Îtila’atê de roja 24’ê Gelawêjê ew fayla dengî li ser malperê rakiriye. 

Navbirî hatiye tawanbarkirin bi vê ku pirsên nihênî ên rejîmê eşkere kirine, lê ew bi xwe li ser vê baweriyê ye ku ew fayl ya 20 sal berî niha ye, û Muntezirî bi xwe jî di bîreweriyên xwe de bas kirine.

Hêjayî basê ye ku berpirsyarên payebilind ên rejîmê ku wê demê alîgirê van îdaman bûne, helwestên tund nîşan dane, jiberku ew fayla dengî nîşan dide, ku kirayên wan sînorên mirovahiyê derbaz kirine, û kesekî wekî Muntezirî wê demê nekariye bêdeng be, û bi wan ragehandiye ku îdama girtiyên siyasî, ew jî bi vê şêweyê li dijî yasayê û li dijî ola Îslamê ye. 

Muntezirî herwisa di vê derheqê de nivîsandiye: “Mezintirîn cînayeta ku di Komara Îslamî ya Îranê de hatiye kirin, û dîrok di vê derheqê de, me mehkûm dike, bi destê we hatiye encamdayîn, û di pêşerojê de, wê we wekî cinayetkar bi nav bike”.