Amerîkayê li dijî şer helwest girt

Kurdistanmedia: Piştî vê ku şerê di navbera hêzên Kurdî û hêzên Tirkiyê germtir bû, Amerîkayê hişdarî da her du aliyan.
Amerîkayê ragehand ku şerê herdu aliyan derbê li berjewendiyên Amerîkayê dixe, û dibe her du alî şer ragirin.
Herçend Tirkiyê ragehandibû ku ewê herêma Cerablosê radestî arteşa Azad a Sûriyê bikin, û vegerin, lê arteşa Tirkiyê li dijî hêzên Kurdî sekinî ye, û binkeyên wan topbaran dike, da ku wan neçar bi paşvekêşanê ji gellek herêmên din jî bike. Di hember de, HSD’ê ragehandiye ku ew teslîmî Tirkiyê nabin, ji ber ku wan pilana dagîrkirina herêmên Kurdî û bakura Sûriyê heye.
Lê li gora dawî nûçeyan, wisa dixuye, ku Tirkiye di nav hewldanan de ye, ku navçeyeke ewle ava bike, û penaberan vegerîne wir.
Li gorî lêkolînên berdest eger Tirkiye bikaribe li Sûriyê herêmeke ewle ava bike jî, wê gellek penaberên ku li Tirkiyê ne, venegerin Sûriyê.