۱۳۹۵/۰۶/۰۴


Artêşa Turkiyê jî daket nava Sûriyê


Artêşa Turkiyê jî daket nava Sûriyê

Kurdistanmedia: Ofîsa serokwezîrê Turkiyê îro serê sibê 24’ê Tebaxê di daxûyaniyekî de ragehand ku, Artêşa Turkiyê bona derxistina terorîstên DAÎŞ’ê li “Cirablos” a Sûriyê, daket nava axa Sûriyê de.
Daxûyanî bas ji vê dike ku Turkiye wê bi piştevaniya esmanî ya kowalisyona navnetewî, bajar Cirablosê ku dikeve sînorê di navbera Turkiye û Sûriyê de, ji terorîstê DAÎŞ’ê baqij bike.


Nawenda nûçegihaniya Firansayê jî ragehand ku, Turkiyê wê bi piştevaniya Kowalisyona navnetewî bi serokatiya Amerîkayê, li DAÎŞ’ê bixe û yekemîn êriş jî, Îro Çarşemî 24’ê tebaxê demjimên 4’ê serê sibê hatiye encamdan.

Nawnda nûçegihaniya “Anadolî” ya ser bi dewleta Turkiyê jî ragehand ku, Artêşa Turkiyê dest avêtiye topbarana terorîstan liser sînorê Turkiyê, û hevdem bas ji çolkirina bajarê “Qurqmîş” a Turkiyê Têkirin ku, di çend rojên derbazbûyî de bûye armanca top û rokêtbarana terorîstên DAÎŞ’ê.