۱۳۹۵/۰۶/۰۴


Cobaydin: Amerîka dost û piştevanê Tirkiyê ye


Cobaydin: Amerîka dost û piştevanê Tirkiyê ye

Kurdistanmedia: Piştî vê ku Co Baydin cihgirê serkomarê Amerîkayê serdana Tirkiyê kir, digel serokwezîrê Tirkiyê di konferaseke çapemeniyê de beşdar bû. 
Di vê konferansa çapemeniyê de bas ji mijarên girîng ên wekî derbeya leşkerî ya li Tirkiyê, şerê PKK û arteşa Tirkiyê, û egera avakirina statûyeke Kurdî li Rojavaya Kurdistanê, û êrîşa bo ser Cerablosê û vekişayana HSD’ê ji Minbicê hate kirin. 
Bînalî Yildirim spasiya Baydin kir ku serdana wan kiriye, û derheq derbeya leşkerî hevxemiya xwe bi wan ragehandiye. 


Yildirim ragehand ku herçend carna boçûnên wan bi hev r ecuda bin jî, lê nabe ew yek pêşiya alîkariya wan bi hev re bigre. 

Yilidrim got: “Bona parastina sînoran, û parastina mal û halên hevwelatiyan, me dest bi operasyonê kir, bona vê ku em terorîstan ji nav bibin, û dibe PYD here rexê rojhilata rûbarê Foratê. Di vê mijarê de boçûna me û Amerîkayê wekî hev e”. 

Yildirim derheq pêkhatina statûyeke siyasî jî di Rojavaya Kurdistanê de got: “Pêkhateyeke cuda ya neteweyî di Sûriyê de statûyekê ava bike, ewê bibe gef li ser yekparçeyiya xaka Sûriyê”. 

Baydin jî got: “Bona kontirolkirina Minbicê me gotiye HSD’ê, ku dibe bilez wir bi cih bihêlin, jiber ku ew der hatiye rizgarkirin û pêwîst nake ku ew li wir de bimînin”. 

Baydin bas ji girîngiya ewlehiya Tirkiyê bo Amerîkayê kir, û got ku em û civaka cîhanî digel Tirkiyê ne, û emê li dijê terorê bisekinin. 
Wezîrê Derve yê Tirkiyê jî ragehand ku hekî YPG bo rexê rojhilata çemê Foratê venekişe, em li wan qebûl nakin. 

Rêdûr Xelîl serokê TEVDEM’ê jî got: “Êrîşa li ser Cerablosê bi rêkevtina di navbera Tirkiyê û Îran û Sûriyê bûye”. 

Hikûmeta Sûriyê jî ragehand ku dibe hikûmeta Tirkiyê, rêz ji sînorên me bigre, û yasayên navnetewyî binpê neke. 

Heya niha şerê li Cerablosê berdewam dike, û çar gund ji destê DAÎŞ’ê hatine derxistin. Erdoxan ragehand ku her cihekî gef li ser Tirkiyê hebe, em bêdeng nabin û emê bersivên tund bidin wan.