۱۳۹۵/۰۶/۰۴


Ava 212 gundên derdora behra Urmiyê şor e


Ava 212 gundên derdora behra Urmiyê şor e

Kurdistanmedia: Di encama hişikbûna beşek ji gola Urmiyê, ava 212 gundên derdora behra Urmiyê şor in.
Kazim Mihemedîeqdem birêvebirê şirketa “Av û Fazilab”a parêzgeha Azerbaycana Rojava, di gotûbêja bi nûçegihaniya “Mêhr” re ragehand, ku 78 gund niha di ber destê me de ne, ku em kêşeya wan çareser bikin. 


Kazim Mihemedîeqdem herwisa bas ji cîbicîkirina pilana “paylot”ê, bo yekem car di Îranê de kir, û ragehand ku em vê gavê li heşt gundên bajarokê “Eres” yê ser bi Poldeştê kar dikin, li jêr navê parzîngkirina biyolojîkî ya Nîtratê ji çavkaniyên ava vexwarinê.

Navbirî herwisa derbarê bi hederçûna ava gundên derdora bajarê Urmiyê got ku, emê hewl bidin pêşiya xisrabûna zêdetir ya avê bigrin, û vê gavê qasî hederçpna vê avê, ji sedî 28.24 e.