۱۳۹۵/۰۴/۰۱

Şaneyên nepenî ên Teşkîlata Hizba Demokrat peyama hevxemiyê ji hizbê re şandin


Şaneyên nepenî ên Teşkîlata Hizba Demokrat peyama hevxemiyê ji hizbê re şandin

Kurdistanmedia: Endamên teşkîlata nepenî ên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê li bajarên Bokan û Rebet û Nelasê, derheq bi şehîdketina polek ji pêşmergên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê bidestê rejîma dije gelî ya Komara Îslamî ya Îranê, peyama sersaxî û hevxemiyê ji Hizba Demokrat re şandin.
Malpera Kurdistanmedyayê belav kir ku roja Înê 17 Hezîranê endamên teşkîlata nepenî ên Hizba Demokrat li Rebetê di peyamekî de serbarê derbirîna sersaxî û hevxemiya xwe bona şehîdketina hejmarek ji pêşmergên Hizba Demokrat bi destên hêzên ser bi rejîma Komara Îslamî ya Îranê li Şinoyê, ragehandin ku, “Em weke teşkîlata Rebetê sersaxiyê dibêjin hemû xelkê Kurdistanê û malbata serbilind yê wan şehîdan û hizba xwe ya xweştevî dikin û peymana xwe tevî rêbaza wan nû dikin û sozê didin ku, heya dilopa dawiyê ya xwîna xwe, wê dirêjederê rêbaza wan bin”.


Her di vê derheqê de teşkîlata herêma Aleşîn ya ser bi Bokanê jî, di peyamekî de bo endamên rêberî, kadr, pêşmerge, endam û alîgirên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, hevxemiya xwe nîşan dan û ragehandin ku, “Em sersaxiyê dibêjin we hemûyan, û sozê didin we hemûyan ku, bi domandina rêya wan şehîdan emê berevaniyê ji maf û azadiyên xelkê Kurdistanê bikin û sozê didin ku heya dilopa dawiyê ya xwîna xwe, weke şehîdên berê û niha, wê dirêjîderê riya wan bin.

Teşkîlata Nelasê jî bi boneya şehîdkirina polek ji pêşmergên Hizba Demokrat bi destê Komara dije gelî ya Îranê, payama hevxemiyê şandin û têde ragehandin ku, “Em weke teşkîlata nepenî ya Nelasê, bi bihîstina nûçeya şehîdketina polek ji pêşmergên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê li derdora bajarê Şinoyê, pir dilgiran bûn û bi vê boneyê ve, pirse û sersaxiyê dibêjin xelkê Kurdistanê, hizba xwe ya xweştevî û malabata wan şehîdên serbilind, û peymana xwe jî nû dikin ku, heya dilopa dawiyê ya xwîna xwe, wê dirêjîderê rêya şehîdan bin û wê ji berê zêdetir liser rêbaza xwe sor bin”.