Malbata Simkoyê Şikak peyamana şoreşvaniyê tevî Hizba Demokrata Kurdistanê nû kir

Kurdistanmedia: Malbata Simkoyê Şikak di peyamekî de, şehîdketina hejmarek ji pêşmergên Hizba Demokrat bi detê hêzên rejîma Komara Îslamî bi xisar û keserek mezin dan zanîn û sersaxiya xwe ji malbata wan şehîdan re şandin.
Eva deqê peyamê ye:
Digel silav û hurmetan bo ruha şehîdên rêya azadiyê ên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê
Bihîstina nûçeya şehîdketina çend pêşmergên qehreman ên rêya azadiya Kurdistanê, di şerekî ne wekhev û necamêrî de li derdora bajarê Şinoyê, dilê hemû xelkê Kurdistanê giran û birîndar kir, lewra em sersaxiyê dibêjin malbata wan şehîdan û Hizba Demokrata Kurdistana Îranê.

Em wek xwe û bi pişka xwe, di vê roja pir ji dilgiranî de, û herweha di pêşerojê de jî, wê mil bi milê xûşk û birayên xwe û malbatên rêzdar ên şehîdan disekinîn.
Bi hêviya serkewtina edalet, azadî, wekhevî, biratî û berbirûbûna dijminên demokrasî û Kurd û Kurdistanê, û bi hebûna berdewam ya xwe, û bi hebûna wan qehremanan, bibin çiqlê çavê dujminan û rejîma faşîst ya Îslamî ya Îranê.
Ew xortên egîd û ezîz, bi bicîhgehandina erkên siyasî – leşkirî ya xwe, waneya exlaqê bilind ya civakî, dan hemo xort û xûşk û birayên me li Kurdistanê.
Silav ji pêşmergên qehreman ên rêya azadiyê
Sebûrî bo malbata wan ezîzan û herweha bo PDKÎ