۱۳۹۵/۰۴/۰۱


Rajîma Îranê zozanên Serdeştê topbaran dike


Rajîma Îranê zozanên Serdeştê topbaran dike

Kurdistanmedia: Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ji tirsa hêza pêşmerge ya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, zozanên bajarê Serdeştê bi tundî bombebaran dike.
Malpera Kurdistanmedia yê ragehand ku, hêza topxaneya giran ya rejîma Îslamî li gewriya “Zimzîranê” herêmên Bokan, Mihabad û zozanên Serdeştê topbaran dike.


Hate ragehandin ku zozanên Piştî genman, Sêwe Sûrê, Şaxe Reş, Genman, Çiyayî Keprê, bilindahiyên Sêsîr û Meydan Çoxe, belmala Nîsanê û herweha zozanên Birahîm Lacanê bi tundî ji aliyê topxaneya giran ya rejîma Îslamî ya tehranê hatine topbarankirin.

Nûçegihanê Kurdistanmedia yê li herêmê ragehand ku, liv û tevgerên hêzên çekdar ên ser bi rejîmê li herêmên Serdeşt û Bokan û Mihanadê gellek zêde bûye û herweha hêzeke berfireh ya rejîmê ji Mihabad û Bokanê ve ber bi bilindahiyên çiyayên Serdeştê ve hatine şandin.

Hêjayî basê ye ku liv û tevger û veguhaztina hêzên rejîma Îslamî ya Tehranê ji Mihabad û Bokanê û herweha topbarankirina wan deveran, encama tirs û dilkutoka rejîma terorîst ya Îslamî ya Îranê ye ji hebûn û vegeriyana hêza pêşmergên Hizba Demokrata Kurdistana îranê.

Eva piştî vê tê ku berwarê 18’ê Hezîranê, polek din a pêşmergên Hizba Demokrat ku li derdora gundê Nistan a ser bi bajarê Serdeştê mijûlî encamdana erkê xwe yê hizbî bûn, ketin bosey zerbeta ser bi rejîm, û di encam de di navbera wan de şer û pevçûn derketin holê, û piştî şerekî giran, hêzên rejîmê şikiyan û neçar bi paşekişê hatin kirin, û hêza pêşmerge jî bê tu zirarek ev der bi cih hêlan.