Pêwendiyên DAÎŞ’ê digel sînorê Tirkiyê qut bûn
Kurdistanmedia: Nawenda Çavdêr a Mafên Mirovan a Sûriyê ragehand ku riya di navbera DAÎŞ û Tirkiyê de hate qutkirina.
Li gora nûçegihaniyan, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) karîne ku bi tewahî bajarê Minbicê dorpêç bikin, û bi vî rengî riya sînorî ya di navbera DAÎŞ û Tirkiyê de hate qutkirin, û ew yek serkevtineke pirr mezin e ji bo HSD’ê.

Serbarê vê ku Tirkiye yek ji riyên sereke yên hatina alîgirên DAÎŞ’ê bo nav vê dewleta terorîstî de ye, lê di heman demê de, li gora gellek çavkaniyan, riya firotina petrolê û riya şandina endamên xwe bo derveyî Sûriyî, bo encamdayîna kiryarên terorîstî ye.
Piştî vê şikesta mezin ya DAÎŞ’ê ji destên HSD’ê, bas ji kuştara bikom ya xelkê gundê El-xindure di bakura rojhilata Minbicê de, di rojevê de ye.
Amerîkayê jî roja borî ragehand ku dema Minbic bi tewahî hate girtin, emê dest bi êrîşa li ser Reqayê bikin, û bona girtina Reqayê, me pilanên baş û binecî amade kirine.