Kanada dest bi ser 13 milyon Dolarên Îranêde girt
Kurdistanmedia: Dadgehekê di Kanada de hukmê destgirtina bi ser 13 milyon Dolarên Îranê de derkir.
Li gora nûçegihaniyan, rojnameya Kanadayî ya “National Post” di raporekê de nivîsand: “ Vê dadgehê biryar da ku ji heyiyên (darayiyên) xeyrî dîplomatîk ên Îranê di Kanadayê de, pere bidin wan kesên ku di encama kiryarên terorîstî ên Îranê de zirar dîtine”.

Li gora rapora “National Post”ê ew biryar bandorê li ser nawendên dîplomatîk li Kanadayê nadanê, lê dikare bandorê bike ser çendîn milk û hisabên bankî ên xeyrî dîplomatîk.
Eva yekem hukm e, ku di Kanadayê de, di çarçoveya yasayeke dijî terorîstî de tê derkirin.
Pêwendiyên di navbera Îran û Kanada de jî gellek evraz û nişîv bi xwe ve dîtine. Yelkem car di sala 1339’an de bû ku balyozxaneyên her du welatan di Îran û kanada de hatin vekirin, lê di sala 1359’an de, pêwendiyên wan têk çûn, û ew rewş heya sala 1369’an berdewam bû. Lê cardin dîsan pêwendiyên di navbera wan de asayî bûn.
Di dewra yekem ya serkomariya Xatemî de têkiliyên Îran û Kanadayê baş bûn, û rewş tewaw aram bû, lê piştî bûyera kuştina biguman ya Zehra Kazimî di Îranê de, pêwendiyên wan berbirûyê kêşe û aloziyeke zêde bûn, û bi hatina Ehmedînijad,pêwendiyên di navbera wan de neman.
Di 17 Xermanana sala 1391’an de jî, Kanadayê balyozxaneya xwe di Tehranê de daxist.