۱۳۹۵/۰۳/۲۳


Rejîma Komara Îslamî bi xwîn û soz, peymana piştevaniya ji Beşar Esed nû dike


Rejîma Komara Îslamî bi xwîn û soz, peymana piştevaniya ji Beşar Esed nû dike

Kurdistanmedia: Piştî ku civîna Wezîrên Berevaniyê ên Îram û Sûriye û Rûsiyê bi dawî hat, Wezîrê Berevaniyê yê rejîma Tehranê ragehand ku, piştevaniya ji desleta Sûriyê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, erk e û emê berdewam bin.
“Sêrgêy Şoyko” wezîrê berevanî yê Rûsiyê û herweha “Casim El-ferîh ê wezîrê berevaniyê yê Sûriyê liser daxwaza wezîrê berevaniyê yê Îranê bona civînekê bo Tehranê hatibûn gazîkirin, lê derheq bi naveroka civînê tu zaniyariyek nehatiye eşkerekirin, tenê wezîrê berevaniyê yê Îranê di daxûyaniyekê de piştevaniya dewleta xwe ji Beşar Esed ducarî kir.


Husên Dêhqan di vê derheqê de ragehand ku, “Em liser daxwaza dewleta fermî û yasayî ya Sûriyê, piştevanî ji dewlet û netewa Sûriyê li hemberî terorê, bi erkê xwe dizanin û hebûna me di Sûriyê de weke “Şerê heq li dijî batilê ye”.

Husên Dêhqan zêde kir ku, li şerê li dijî terorê ya li Sûriyê, bi tevlîbûna xwîna me û Sûriyan, emê li hemberî terorîstan biser kewin.

Hevdem digel gotinên wezîrê berevaniyê yê Îranê, Elî Şemxanî serokê Şêvra Bilind ya Ewlehiya Îranê jî, roja Înê 10’ê Hezîranê ragehand ku, piştevaniya Komara Îslamî ji dewleta Sûriyê, heya binbirkirina hemû girûpên terorîstî. wê berdewam be.

Hevedem digel civîna wezîrê berevaniya her sê welatan, nûçegihaniyên ser bi rejîmê ragehandin ku, endamekî Sipaha Pasdaran bi navê “Hac Elî Mensûrî” ku xwdiyê pileya “Serheng” e, di şerê Sûriyê de hate kuştin.

Hatiye zanîn ku “Hac Elî Mensûrî” Serhengê xanenişînbûyî yê ser bi “Leşkira 21 ya Zirêhiya Sipah”ê ye.

Heftiya derbazbûyî ji nûçeya kuştina çar endamên Sipaha Pasdaran ku yek ji wan fermandeyeke Sipaha Quds bû, hate belavkirin.

Hinek amar bas ji vê dikin ku ji heyva Çiriya Pêşîn ya sala derbazbûyî ve heya niha, nêzîk bi 300 pasdarên Îranî di şerê de hatine kuştin.