۱۳۹۵/۰۳/۱۲


Hesen Rûhanî: Tu cudahiyek di navbera Kurd û Farsan de nîne


Hesen Rûhanî: Tu cudahiyek di navbera Kurd û Farsan de nîne

Kurdistanmedia: Îro Hesen Rûhanî serkomarê rejîma Îranê di Mehabadê de, ragehand ku serbarê vê ku li derdora me, şer û kuştin û teror heye, lê di Îranê de aramî û ewlehiyeke tewaw heye, û ew yek bi sedema hewl û mandîbûna berdewam ya hêzên me ne.
Piştî vê ku roja borî Hesen Rûhanî di Urmiyê de axivtinek kir, û bi dana komek diruşmên wekî, pêkanîna derfeta Kar û girîngîdana bi kertê çandiniyê û vejiyandina behra Urmiyê, hewla çewtekariyan, û xapandina bîrûraya giştî da, di Mehabadê de jî bas ji vekirina kargehên mezin ên pîşesaziyê di Mehabadê de kir. 


Navbirî herwisa bas ji vê kir ku nabe tu cudahiyek di navbera pêkhateyên welatê me, bi taybet Kurd û Fars de hebe, û hemû dibe xwediyê mafê wek yek bin. 

Navbirî di demekê de bas ji hewcehiya nemana ferq û cudahiyan di navbera Kurd û Farsan de dike, ku Kurdistana Rojhilat di warê aborî û dahata jiyanê di rewşeke herî xirap de ye, û hem jî rojane ji destên zulm û zordarî û bêdadî (bê’edaletî)‘yê de dinalînin, û rojane berbirûyê girtin, kuştin û bidarvekirnê dibin.

Ji aliyekî din ve heya di çarçoveya yasaya bingehîn de jî, amade nînin ku mafê xwendin û nivîsandinê bi zimanê zikmakî jî bidin Kurdan, û di salên derbazbûyî de piraniya endamên “Ferhengistana Ziman û Edebiyata Farsî” xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî, wekî gefekê li ser ziman û edebiyata Farsî hesibandin. 

Navbirî roja borî di Urmiyê de jî ragehadibû ku: “Emê bi girîngîdana bi kertê çandiniyê, 12 hezar derfetên kar pêk bînin, da ku xelk ji dest bêkariyê rizgar be, û emê bi vî karê xwe, 200 hezar ton berhemên çandiniyê zêde bikin, û 15 hezar hiktar ji erdên cotkariyê, bi sîstemên pêşketî û modern ên çandiniyê ve girê bidin”. 

Di rastî de dîroka nêzîk bi çar dehikan deshilatdariya komara Îslamî ya Îranê selimandiye ku rayedarên herî payebilind ên rejîmê tenê diruşman didin, û bi van diruşman hewla xapandina xelkê û bêdengkirina wan di hemberî van hemû kêşeyên aborî, civakî û siyasî û ferhengî de didin.

Ew xelkê ku di dema pêşwazîkirina ji wan de jî têne dîtin, her hemû jî xelkê van herêman nînin ku ew serdan dikin, belkû ji bajarên din ve têne anîn. Li gora zanyariyan, vê carê jî kesên girêdayî bi xwe, ji bajarên din ve anîbûn, û gellek ji wan jî, ew Kurd bûn ku yan bi gefxwarinê anîbûn, yan jî caş û kirêgirtiyên rejîmê bûn, yan jî ew Turkên Azerî bûn ku baweriya wan bi pêkvejiyanê nîne, û ser bi rejîmê bûn, û berdewam bona selimandina Kurdistanînebûna Urmiyê, diruşma “Yaşasin azerbaycan” wate “Bijî Aerbaycan”ê didan.