۱۳۹۵/۰۳/۱۲


Zerîf: Tirs, berbesta sereke ya nehatina bankên cîhanî ye bo sermayegozariya di Îranê de


Zerîf: Tirs, berbesta sereke ya nehatina bankên cîhanî ye bo sermayegozariya di Îranê de

Kurdistanmedia: Mihemed Cewad Zerîf derheq bê bêtir nebûna rewşa aboriya rejîmê piştî “Bercam”ê, Amerîka û welatên Awrûpayî rexne dike û dibêje ku, ew girêdayî bi sozên xwe ên di bercamê de, nine.
Wezîrê Karê Derve yê rejîma Îslamî ya Îranê, roja Duşemî 30’ê Gulanê di vê derheqê de daxwaz ji Amerîkayê kir ku, garantiya cezanedan û cerîmenekirinê, bide nawend û bank û Kompaniyên cîhanî, da ku têkiliyên aborî tevî Komara Îslamî ava bikin û di Îranê de sermayeguzariyê bikin.


Mihemed Cewad Zerîf git ku, hêj “Paşmaweya Mentaliteya Tehrîman” di sîstema malî ya hinek welatên Awrûpayî de xûya dike, eva jî bi sedema wan cerîme û cezayên giran e, ku di pêvajû ya dorpêçên ser Îranê de, ketiye stûyê wan.

Zerîf herweha daxwaz ji Amerîkayê kir ku, baweriyê bide wan aliyên ku dixwazin têkiliyên aborî tevî Îranê çê bikin, jiber ku, îro rojê berbesta sereke ya ku rêgir e liser rêya avakirina têkiliyên aborî tevî Îranê, serdema sereke ya “tirs” a di vê derheqê de ye.

Wezîrê Karê Derve yê rejîma Îslamî ya Îranê, roja Duşemî berwarê 30’ê Gulanê tevî heyeteke aborî-siyasî bona serdana 4 welatên Awrûpayî gehişte “Werşo” ya serbajarê Lehistanê, û li wir, ev gitin pêşkêş kirin.

Navbirî qirar e piştî Lehistanê serdana welatên Fenland û Sû’êd û lîtwaniyê bike.