۱۳۹۵/۰۳/۱۸


Heşda Şe’ibî dawî bo operasiyona xwe tîne


Heşda Şe’ibî dawî bo operasiyona xwe tîne

Kurdistanmedia: Heşda Şe’ibî ragehand ku ewê dawiyê bi operasiyona xwe ya di Felûcê de bînin, jiber ku wan qonaxa duyem ya azadkirina Felûcê bi dawî anîn.
Li gora nûçegihaniyan, Heşda Şe’ibî ragehandiye ku em naçin nava bajar de, û ji niha şûnda arteşa Îraqê wê şer bike, û nevçeyê paksazî bike. 


Heşda Şe’ibî di demekê de bas ji bidawîhatina erkên xwe dikin, ku ji aliyê nawendên parêzerê mafên mirovan ve, rastî rexne û gilî û gazineyên gellek tund hatine, û bi vê hatine tometbarkirin ku di vê herêmê de xelkê sivîl kuştine. 

Amerîkayê jî ragehandibû ku hekî Heşda Şe’ibî têkeve nava bajar de, emê jî dev ji bombebarana esmanî ya vê herêmê berdin. 

Heryder Îbadî serokwezîrê Îraqê jî çend roj berî niha biryara dadgehîkirina milîşên “Heşda Şe’ibî” derkir, bi tawana encamdana cinayetên şer, û kuştina xelkê sivîl di dema şerê Felûcê de.

Navbirî di axivtinekê de ku ji televîzyona fermî ya Îraqê ve dihate weşandin, ragehand: “Hinek şaşî hene, ez piştrast dikim ku hinek ji milşên Heşda Şe’ibî di Felûce de dest di kuştina sivîlan de hebûne”. 

Rûniştiyên Felûce jî ragehandibûn ku Heşda Şe’ibî dest bi cinayetan kiriye. 

Serokê parlementoya Îraqê jî çend roj berî niha bi bêy vê ku navê Heşda Şei’bî bîne, milîşên Şî’e wekî sebebkarê kuştina sivîlan bi nav kiribû.

Sê kes ku ji herêma “El-sicr” ya Felûce reviyabûn, ragehandin ku tektîrhavêjên gurdana 5, ya polîsê federal û milîşên Heşda Şe’ibî dest bi komkujiya sivîlan kirine, ku her hemû jî ji tayifeya “El-cemîle” ya Sunî ne.