۱۳۹۵/۰۳/۱۸


Mela Exter Mensûr heyamê 2 heyvan di Îranê de mijûlî danstanê bûye


Mela Exter Mensûr heyamê 2 heyvan di Îranê de mijûlî danstanê bûye

Kurdistanmedia: Serbarê vê ku Wezareta Karê Derve yê Rejîma Îslamî ya Îranê nûçeya serdana Mela Exter rêberê berê yê Talîbanê, ku di encama êrîşa balafirên bê pîlot ên Amerîkayê de hate kuştin ret kir, malpereke ser bi Sipaha Pasdaran eşkere kir ku, Mela Exter heyamê 2 heyvan li Îranê mabû û mijûlî danûstanan tevî binyat û dezgehên taybet bi rejîma Îranê bû.
Piştî ku Wezareta Karê derve yê Pakistanê ragehand ku, di encama êrîşên “Pehpad”ên Amerîkayê de, Mela Exter Mensûr yê rêberê berê yê Talibanê, ku bi pasporteke Pakistanî li Îranê vedigeriya, canê xwe jidest da, Komara Îslamî ew nûçe ret kir.


Di vê derheqê de “Husên Cabirî Ensarî”, Berdevkê Wezareta Karê Derve yê rejîma Tehranê ragehand ku, nawendên peywendîdar ên Komara Îslamî vê yekê ret dikin ku, kesek bi wî navî di wî berwarî de serdana Îranê kiribe.

Niha jî çend heftî piştî retkirina vê nûçeyê ji aliyê Komara Îslamî ve, malpera “Cehan Niyûz” ya ser bi Sipaha Pasdaran û bala binajûxwaz di sistema Welî Feqîh de ragehand ku, “Heftiyek berî kuştinê, bo heyamê 2 heyvan, Mela Exter Mensûd li Îranê bû û mijûlî danûstanên curbicur tevî binyat û dezgehên ser bi Komara Îslamî bû”. 

“Cehan Niyûz” bas ji vê yekê dike ku danûstanên dezgehên rejîmê tevî Mela Exter Menûsr liser vê yekê bûn ku, mela Exter rê nede û çekdarên El-Q’îdeyê tevlî DAÎŞ’ê bin û rê nede ku DAÎŞ bigîje sînorên Pakistan û Efxanistanê.