۱۳۹۵/۰۳/۲۰


Daxuyaniya Komîsyona Siyasî-Nizamî ya PDKÎ derheq hatina Kawe Ahengerî Bo nav PDKÎ de


Daxuyaniya Komîsyona Siyasî-Nizamî ya PDKÎ derheq hatina Kawe Ahengerî Bo nav PDKÎ de

Kurdistanmedia: Komîsyona Siyasî-Nizamî ya PDKÎ derheq hatina Kawe Ahengerî endamê rêberiyê yê hevalên pêşîn bo nav PDKÎ de, daxuyaniyek belav kir.
Deqa daxuyaniyê: 
Kawe Ahengerî têkoşerê dêrîn (mêjîn) ê di nava refên tevgera neteweyî-demokratî a gelê me de, ku piştî veqetiyana hevalên pêşîn piştî kongireya 13.mîn ya PDKÎ, refa hevalên veqetiyayî ji PDKÎ ji xwe re hilbijartibû, û heya roja ragehandina biryara hatina bo nav PDKÎ de, pileya endametiya rêberiyê di wê rêkxirawê de hebû, bi belavkirina nivîsekê, doma xebata xwe di nav refên PDKÎ de ragehand.


Komîsyona Siyasî-Nizamî tevî vê ku kêfxweşiya xwe ji hatina heval Kawe radigehîne, di heman demê de jî hêvî dike ku di çepera PDKÎ de serkevtinên zêdetir bi dest bixe. 

Komîsyona Siyasî-Nizamî

17.03.1395
07.06.2016