Cihgirê dezgeha dadweriya rejîmê: “Yasaya tawanên siyasî bi fermî nas nakim”
Kurdistanmedia: Di demekê de ku fermîbûna yasaya “tawanên siyasî” roja Yekşemiyê ji aliyê Hesen Rûhanî serkomarê rejîmê ve hate ragehandin, cihgirê karûbarê ferhengî ên dezgeha dadweriyê dibêje: “Ez tiştekê bi navê yasaya tawanên siyasî bi fermî nas nakim”.
Axûnd Sadiqî, roja Duşemiyê, di gotûbêja digel rojnameya “Şerq” de, ew rastiya anî ziman,ku hêceta wan serkutên ku li dijî çalakên siyasî hatine kirin, hertim emniyetî bûne, ne çalakiyên siyasî”.
Axûnd Sadiqî, roja Duşemiyê, di gotûbêja digel rojnameya “Şerq” de, ew rastiya anî ziman,ku hêceta wan serkutên ku li dijî çalakên siyasî hatine kirin, hertim emniyetî bûne, ne çalakiyên siyasî”.
Wî berpirsê rejîmê rejîmê ew yek jî zêde kir ku: “Bo mînak kesek torekê bo karê siyasî pêk tîne, lê dezgehên ewlekariyê ji wan re eşkere dibe, ku li pişt perde ew yek torek e bo pêwendîgirtina bi dijmin ve”.
Hesen Rûhanî, serkomarê rejîmê roja 16’ê Cozerdanê “yasaya tawanên siyasî” bona cîbicîkirinê bi du wezaretxaneyên Navxwe û Dozgeriyê ragehand.
Li gora pejirandiyên meclisê, ew tawanên ku “bi armanca reformên di karûbarên welat de, di hemberî birêveber û nawendên siyasî, yan siyaseta navxwe, yan derveyî welat têne encamdan, bi bêy vê ku merema wan derbelêdana li esla sîstemê be, bi tawana siyasî têne hesibandin”.
Serbarê vê yekê, li gora vê yasayê, kiryarên wekî “Tûjkirina xelkê bona perçekirina welat, şer û kuştar û pevçûn”, û eşkerekirina “sirr” (nihênî, nepenî)yan, bi tawana siyasî nahêne hesibandin.
Di vê yasayê de, sivikatî bi berpirsyarên rejîmê, belavkirina “vir û derev”an, û tawanên diyarîkirî ên nav yasayên hilbijartinê, wekî çend mînak ji tawanên siyasî hatine pênasekirin.