۱۳۹۵/۰۳/۲۰


Serokê ENKS’ê serdana sekreterê giştî ê PDKÎ kir


Serokê ENKS’ê serdana sekreterê giştî ê PDKÎ kir

Kurdistanmedia: Îbrahîm Biro serokê ENKS’ê serdana Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ kir, û li ser dawî guherînkariyên herêmê û şer di Sûriyê de, û rewşa Kurdistana Rojava û Rojhilat guhertina bîr û rayan kirin. 
Li gora nûçeya ku gihaye malpera kurdistanmedia, roja 7’ê Hezîranê, Îbrahîm Biro sekreterê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê, ku serokê ENKS’ê ye jî, li baregeha Pêwendiyan a PDKÎ li Hewlêrê, serdana Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ kir, û ji aliyê Mistefa Hicrî ve bi germî hate pêşwazîkirin.


Xet û hêla bas û nîqaşên herdu aliyan, li ser dawî guherînkariyên herêmê, û hevkêşeyên siyasî ên pêwendîdar bi rewşa Sûriyê û Rojavaya Kurdistanê, û tevgera Kurd li Îranê, û rola metirsîdar ya rejîma Îranê wekî çavkaniya hemû kirîzên herêmê bû, û herwisa pêdagirî li ser tebahî û karê hevpar ê di navbera hêzên siyasî ên her yek ji beşên Kurdistanê, wekî baştirn vebijêrk bona berbirûbûna metirsiyan, û parastina deskewtên neteweyî hate kirin, û piştevanî û hevhelwestiya di navbera ENKS’ê û PDKÎ de wekî hewcehiyekî nihayî û girîng hate zanîn. 

15221.JPG