۱۳۹۵/۰۳/۲۰


Binajoxwazên Îranê: Erkê me jinavbirina Îsra’îlê ye


Binajoxwazên Îranê: Erkê me jinavbirina Îsra’îlê ye

Kurdistanmedia: Berpirsa siyaseta derve ya “YE” rû li rayedarên Komara Îslamî ya Îranê dike û radigehîne ku, gereke Tehran li hemberî Îsra’îlê, riftarên berpirsane bike.
“Fêdêrîka Mogêrênî” di civînekê de li Wşintonê karbidestên Komara Îslamî haydar dike ku, hewceye dewleta Îsra’îlê bi fermî nas bikin, jiber ku mentalîteya regezperestî û dijatiya “Cihûyan” ber bi zêdebûnê ve diçe, lewra em netenê piştevaniyê nadin vê mentalîteyê, belkî emê li dijî wê jî bisekinin.


Navbirî di doma gotinên xwe de ragehand ku, “Hewce ye ku Komara Îslamî biryara dawiyê bide ka gelo wê berdewam be liser dijatiya Îsra’îlê, yan wê bo aramî û ewlehiya herêmê pêngavan bavêje?
Fêdêrîka Mogêrênî herweha derheq bi lihevkirina Etomî dibêje ku, “Vajûkirina vê lihevkirinê bi wateya dawî hatin bi hemû pirsgirêkan tevî Tehranê nahê, û hemû kêşe û nakokiyên me tevî Komara Îslamî bi “Bercam”ê bidawî nahên”.

Li hemberî gotinên Fêdêrîka Mogêrênî de rojnameya “Siyasetê Rûz” ku ser bi bala binajûxwaz a rejîma Komara Îslamî ya Îranê ye, bi eşkere ragehand ku, “Yek ji erkên Şoreşvanî û şer’î yê me, eva ye ku bibin bela bo canê Îsra’îlê û Îsra’îlê jinav bibin”.

Eva di demekî de ye ku berê jî Elî Xamineyî rêberê rejîmê ragehandibû ku, “Bi piştevaniya xwedê emê heyameke din Îsra’îlê jinav bibin”.

Xamineyî di doma gotina xwe de tekez kir ku soza jinavbirina Îsra’îlê ku ez didim, pêşbînî ya gotineke bêpîvan nine, belkî sozeke “Xodayî” ye û wê cîbicî be.