۱۳۹۵/۰۳/۲۰


Li Îstenbûl a serbajarê Turkiyê teqînek din çê bû


Li Îstenbûl a serbajarê Turkiyê teqînek din çê bû

Kurdistanmedia: Di çend heyvên derbazbûyî de bo cara çaremîn, duh Sêşemî berwarê 7’ê Hezîrana 2016’an, teqîneke din taxekî dîrokî ya bajarê Îstenbûlê kire armanc, û di encam de 11 kesan canê xwe ji dest da, û bi dehan kes jî birîndar ketin.
Di roja Duhem a heyva Remezanê de, tirumbêlekî bombekirî li taxa “Bayezîd” a bajarê Îstenbûlê xwe teqand û di necam de 11 kesan canê xwe jidest da, ku 7 kes ji wan polis û 4 kesên din xelkê sivîl in, û herweha pitir ji 40 kesên din jî birîndar ketine.


Li gorî nûçeyên belavbûyî tirumbêla bombekirî ji rêya “Rîmot Kontrol”ê ve hatiye teqandin.

Her di vê derheqê de karbidestên Turkiyê ragehandin ku, armanca teqînê “Polîsê dije Şoreş”ê bûye.

Her piştî teînê Receb Teyîb Erdoxan serkomarê Turkiyê ragehand ku teqîna han ji aliyê PKK’ê ve hatiye encam dan, lê heya niha tu aliyekê berpirsatiya teqînê nexistiye sitûyê xwe.