۱۳۹۵/۰۳/۱۹


Amerîka: Şerê Ferûcê wê DAÎŞ’eke nû çê bike


Amerîka: Şerê Ferûcê wê DAÎŞ’eke nû çê bike

Kurdistanmedia: Rojnameya “Sandî Taymz” a Amerîkî ragehand ku, karbidestên Amerîkayî hişdariya vê yekê dayîne dewleta Îraqê ku, êrîşên ku bona kontrolkirina Felûcê têne kirin, wê bibin sedema çêbûna DAÎŞ’eke nû di Îraqê de.
“Sandî Taymz” di rapora xwe de eşkere dike ku, di demekî de ku Heyder Îbadî yê Serokwezîrê Îraqê derheq bi rêgiriya ji şerê tayîfî garantî dabû hemû aliyan, Amerîka jî nîgeraniya xwe li hemberî çêbûna DAÎŞ’eke din piştî biserketina hêzên di Felûcê de ragehandiye.


Amerîka radigehîne ku binpêkirina mafê Mirovan û kuştara Suniyan ji aliyê Hêzên Şî’e ên ser bi rejîma Komara Îslamî ya Îranê di şerê Felûcê de, bûye sedema nîgeranî û kerb û kîna Sûniyan li hemberî Şî’eyan û her eva jî dibe sedema çêbûna DAÎŞ’eke nû di wan herêman de.

“Sandî Taymz” herweha zêde dike ku tewahiya hzêzn Îraqê li hemberî 900 çekdarên DAÎŞ’ê ku di Felûcê de ne, şer dikin, lê eva nahê berçavgirtin ku hêj 50 hizar kes ji xelkê Felûcê ku hemû Sunî ne, di nava bajar de asê mane.