۱۳۹۵/۰۳/۱۹


Erdoxan: Almanya dibe di hemberî Holokastê de bersiva xwe bide


Erdoxan: Almanya dibe di hemberî Holokastê de bersiva xwe bide

Kurdistanmedia: Piştî vê ku bi piraniya dengan di parlemenmtoya Almanyayê de, kuştara Ermeniyan ji aliyê Osmaniyan wekî cînosayd hate naskirin, Erdoxan gellek aciz bû, û bertekên tund nîşan dan. 
Li gora nûçegihaniyan, Erdoxan piştî vê ku kuştara Ermeniyan ji aliyê Osmaniyan ve, wekî jînosayd hate naskirin, ragehand ku ewê berdewam bin li ser êrîşên xwe li dijî berpirsyarên Almanî, û nûnerên parlementoya Almanyayê, bi taybetî ên ku di koka xwe de Tirk in. 
Erdoxan got ku dibe Almanya di destpêkê de mijara holokastê û kuştara zêdetir ji 100 hezar kesî li Nambiyayê, di destpêka sedsala 20.mîn de çareser bike.


Wî bi taybetî êrîşî ser wan nûneran kir ku di koka xwe de Tirk in, û di vê derheqê de got, gelo ew çi cure Tiurk in?. Piştre bixwe bersiv da, û got ku hewce ew têsta xwînê bidin. 

Helbet serkomarê Tirkiyê berî vê ku encama testê bibîne, dizane ku wê encam jî çi be. Bi baweriya wî, xwîna wan paqij nîne, jiber ku ew piştgiriya boçûnên PKK’ê û siyasetên wan jî dikin. 

Ozcan Motlo endamê partiya Kesên Almanyayê,derheq gefên tund ên Erdoxan de ragehsand ku gellek caran ji aliyê Tirkiyê ve, gefa kuştinê li me hatiye xwarin. 

Hêjayî basê ye ku du pilandandarêjerên vê “genocide”ê, “Tel’et Paşa” û “Kemal Paşa” bûn, ku heya niha jî di Tirkiyê de, ji aliyê hinek kesayetî û aliyên siyasî ve, rêz ji vê kiryara wan tê girtin.

Almanyayê heya niha tenê ew “kuştara bikom” ya Ermeniyan, di dema şerê yekemîn ê cîhanî de, wekî “kuştar” bi nav kiribû, lê rêberê feraksyiona keskan (sebzha), di parlementoya Almanyayê de, ku bi eslê xwe (di koka xwe de) Tirk e, û navê wî “Ozdemîr” e, pêşengê amadekirina vê pêşnivîsê bû, ku kuştara Ermeniyan ji aliyê Osmaniyan ve wekî “genocide” bi nav bike.

Navbirî di vê derheqê de çend roj berî niha ragehandibû ku, parlementoya me di hemberî gefên kesekî dîktator wekî Erdoxan de serî natewîne. 

Ozdemîr ragehandibû ku li gora belgeyên Wezareta Karê Derve ya Almanyayê cihê gumanê nîne, ku ew kuştar “genocide” bûye, lewra piştî pejirandina vê biryarnameyê gellek zehmet e, ku Tirkiye bikare “genocide” a Ermeniyan ret bike. 

“Tûmas Opêrman” serokê Feraksiyona Sosyal Demokratan jî ragehandibû ku ez li dijî vê yekê me, ku em di hemberî Erdoxan de destên xwe li ser singê xwe danên, û serê xwe bitewînin”.

Tirkiye bi tundî li dijî bikaranîna destepeyva “genocide” bo kuştara Ermeniyan e, û derheq vê bûyera dîrokî de, dibêje ku bi sedan hezar kesî ji hevwelatiyên Tirk û Mesîhiyên Ermenistanê, canê xwe di dema şerê di navbera împeratoriya Osmanî û împeratoriya Rûs de, li ser dagîrkirina Anatoliyê di dema şerê yekem ê cîhanî de, ji dest dan.

Hêjayî basê ye ku du pilandandarêjerên vê “genocide”ê, “Tel’et Paşa” û “Kemal Paşa” bûn, ku heya niha jî di Tirkiyê de, ji aliyê hinek kesayetî û aliyên siyasî ve, rêz ji vê kiryara wan tê girtin.