۱۳۹۵/۰۳/۱۹


Artêşa Birîtaniya jî di şerê Sûriyê de beşdar bû


Artêşa Birîtaniya jî di şerê Sûriyê de beşdar bû

Kurdistanmedia: Hêzên leşkerî yên Birîtanî ji bo yekem car li ser axa Sûriyê, li hember girûpa terorîstî a DAÎŞ’ê, şer dikin.
Li gor raporên ku hatine belavkirin, eva yekem car e ku hêzên leşkerî yên Birîtanî, di Sûriyê de li ser erdê li şerê hemberî girûpa terorîstî a DAÎŞ’ê de, beşdar dibe, û herwiha Rojnameya “The Timese” di raporeke xwe de bas ji gihandina alîkariyên çek û teqemeniyên hêzên taybet yên Brîtanî û herwiha piştevanîkirina wan ji hêzeke bi navê Artêşa nû “ANS” ya Sûriyê kiriye.


Li gor raporan artêşa Birîtanî cend caran ji aliyê axa Urdûnê, derbazî hûndirî axa Sûriyê bûne.

Fermanderekî wê hêza nû a Sûriyê bi navê Mihemûd Salih daiye zanîn ku, aritêşa ANS ji hêzên berê yên ku piştî serhildana Sûriyê ji rejîma Beisî coda bûne pêk hatiye, û niha li rojhilata başûrê Sûriyê, nêzî sînorê Îraqê li hember hêzên beşar Esed şer dikin.

Welatê birîtaniya piştî Rûsiya û Dewletên Yekgirtî yên Amerîka, seyemîn welate ku, hêzên wî di şerê hûndir yê Sûriyê de pişkdar dibe.

Li gorî fermandeyekî bi navê Mehmûd Salih gotî, ANS ji leşkerên berê yên rejîma Beesî pêk tê ku piştî serhildana li Sûriyê ji rejîmê veqetiyane û niha li rojhilatê başûrê wî welatî gundê Tenf ê nêzî sînorê Iraq û Urdunê ji DAIŞê diparêzin.