Xamineyî: Amerîka şeytanê ekber û Taxutê E’izem e
Kurdistanmedia: Xamineyî rêberê rejîma Îranê cardin êrîşî ser Amerîkayê kir û ew hikûmet wekî şeytanê Ekber bi nav kir.
Elî Xamineyî di nav koma beşdarên di 33.mîn dewreya pêşbirkiyên navneteweyî ên Quranê de, ragehand ku girîngtirîn erka li ser milêm rewşenbîran û bijardeyan ew e ku firt û fêlên taxutiyan eşkere bikin, û bi dek û dolabên wan hêzên mezên nehêne xapandin.
Navbirî bas ji felestînê jî kir û aragehad ku hekî Misilman yekdeng bin, eva pirsa Felestînê nahê jibîrkirin.
Li gora gotina Elî Xamineyî ew aliyên u di herêmê de piştgiriya wan hêzên mezin ên cîhanî dikin ku mebesta wî jî Amerîka bû, ew îxanetê bi Misilmana dikin.
Helbet navbirî bas ji vê jî nekir ku hekî Amerîka Taxûtê E’izem û Şeytanê Ekber e, çawa ye ku ew wekî hikûmeteke Îslamî ku xwe bi rêberê cîhana Îslamî dizanin, amade ne digel şeytanê ekber li ser mîzekê rûnên û gotûbêjê bikin.