Demîrtaş: PKK dibe daxwaza lêborînê bike
Kurdisatanmedia: Demîrtaş li ser teqîna Amedê ya ku 16 welatiyan jiyana xwe ji dest dan de, axivî û daxuyaniya PKK ya derheqê teqînê de rexne kir.
Li gora nûçegihaniayn, Trombîlek PKK’ê ya tijî teqemenî dema ji navçeyeke Sûr ya Amedê re derbas dibû teqiya, û di encamê de 16 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Hêzên Parastina Gel (HPG) jî derheqê teqînê de daxuyanî da,û got: ‘Trombîla tijî teqemenî ji cihekî diçû cihekî din. Lê dema ji nava gund re derbas dibû, ji aliyê gundiyan ve xwast ku bê rawestandin, û gundiyan êrişî trombîlê kir.

Di encamê de gulle li trombîlê ket, û trombîl teqiya. Ji ber vê bûyerê em xemgînin. Lê berpirsiyarî ne ya me ye. Berpirsiyarê bûyerê ew kes in ku bi gulleyan êrişî trombîlê kirine. Bila gelê me bi vê yekê zanibin.'
Demîrtaş di civîna komê ya partiya xwe de li ser daxuyaniya HPG’ê axivî û got: ‘Rehma Xwedê li welatiyên me yên ku di teqîna 12’ê Gulanê ya li Amedê de jiyana xwe ji dest dan be. Xwedê sebr û sebatê bide malbatên wan. Ez bûyerê şermezar dikim. Daxuyaniya berpirsên bûyerê ne ti daxuyanî bû. Divê ji gel lêborîn bihata xwastin. ‘
Demîrtaş got: ‘HDP li hember ti bûyerên ku li dijî sivîlan pêk tên de, bêdeng nemaye, û wê nemine jî'