۱۳۹۵/۰۳/۰۱


Saziya Deng û Reng a rejîmê axivtinên Larîcanî sansor kirin


Saziya Deng û Reng a rejîmê axivtinên Larîcanî sansor kirin

Kurdistanmedia: Saziya Deng û Reng a rejîma Îranê rexnekirina Saziya Deng û Reng a rejîmê ji aliyê Larîcanî ve sansor kir. 
Li gora rapora “ÎSNA” serokê Meclisa Şêvra Îslamiya Îranê, di civînekê de li hola civînên Saziya Deng û Reng a rejîmê de, bi rê ve çû, amade bû ku di axivtinên xwe de derheq şêweya rûmalkirina pirsa became ji aliyê Saziya Deng û Reng ve rexne kir. 


Larîcanî ragehandibû ku bi pêkanîna aloziyan çi tişt çê nabe, lê min rexne li ser karê Saziya Deng û Reng heye ku bi çi awayekî rûmala pirsa became dikir. 

Serokê Meclisa Şêvra Îslamî herwisa div ê civînê de goibû ku meclis piştgiriya saziya Deng û Reng dike, û di hember de dibe ku ew jî zêdetir hevahengiyê digel meclisê bikin. 

lê beşa nûçeya ya saziya Deng û Reng di emekê de, di roja yekem ya çalakiyên fermî ên vê saziyê de, beşên herî girîng ên axivtina serokê meclisê sansor kirin, ku Elî Eskerî serokê vê saziyê, di van axivtinên xwe de ku di nava koma nûçegihanan de hebû, guherînkariya di Saziya Deng û Reng de gellek hewce daye zanîn. 

Hêjayî basê ye ku serokê Saziya Deng û Reng a rejîma Îranê rasterast ji aliyê rêberê rejîmê vet ê hilbijartin, heya sala 2009’an jî vê saziyê 46 hezar karsazên wê hebûn.

Serokê wê yê niha Ebulelî Elî eskerî ye, û di sala 1373-1383’an jî Elî Larîcanî serokê vê saziyê bû.piştî wî jî Îzetullah Zerxamî û Mihemed Serefraz bûn. 

Ongireya Amerîkayê di meha Şibata sala 2013’an de bi sedema vê ku saziya Deng û Reng ya rejîmê parazîtê dixe ser mahwareyên rexnegirê sîstema Komara Îslamî, tehrîm xiste ser, lê di şibata sala 2014’an de, cardin ew tehrîm rakir, jiber ku Saziya Deng û Reng ya rejîmê biryar da ku dev ji xistina parazîtê li ser mahwereyan berde. 

Herçend ku Larîcanî ser bi base usulgerayên muhafizekar e, lê Saziay Deng û deng a Rejîmê axivtinên wî sansor dike, ew yek bi başî kêşe û nakokiyan heta di navbera bandên rejîmê, û heya di nav bandekê bi xwe d ejî nîşan dide.