Rejîma Îranê derheq bi hukmê dîwana bilind ya Amerîkayê balyozê Swîsê gazî kir
Kurdistanmedia: Piştî hukmê Daîwana Bilind a Amerîkayê derheq destbiserdegirtina 2 milyard Dolar ji darayiyên rejîma Îranê, berpirsyarên vê rejîmê balyozê Swîsê gazî kirin.
Li gora raporên ku hatine belavkirin, roja Sêşemiyê 7’ê Banemerê, berpirsê giştî ê karûbarê Amerîkayê li Wezareta Derve a rejîma Îranê, di hemberî nerizayetî eşkerekirina bi hukmê Dîwana Bilind a Amerîkayê, “Colyos Has” balyozê welatê Swîsê gazî kir.
Welatê Swîsê parêzerê berjewendiyên Amerîkayê li Îranê ye.

Nûçegihaniyên navxweyî ên rejîma Îranê belav kirin ku Mihemed Kişawerzzade berpirsê giştî ê karûbarên Amerîkayê di Wezareta Derve a rejîma Îranê, di daxuyaniyeke fermî de, nerizayetiya xwe derheq biryara Dîwana Bilind a Amerîkayê, eşkere kiriye, û cezakirina Îranê bi 2 milyard Dolarî, wekî binpêkirina eşkere ya girêbesta 1955’ê ya di navbera du welatan, û girêdayîbûna hiqûqî a navdewletî ya Amerîkayê bi parastina dadwerî û darayî a Îranê tawanbar kir.
Roja Çarşemiya hefteya borî Dadgeha Bilind a Amerîkayê bi 6 dengê “erê” di hemberî 2 dengê “ne”, biryarek pejirand ku di berjewendiya kesûkarê wan 241 leşker û marênzên Amerîkayî de bû, ku di dema teqandina du avahiyên li Beyrûtê de, di sala 1983’an de hatin teqandin.
Dadwer “Ros Bader” hewlên banka nawendî ya Îranê bona qerebûnekirina kesûkarên qurbaniyan ret kir.
Destpêka meha Xezelwera sala 1362 (1983)’an li Beyrûtê, nêzî hezar kg alavên teqînê bi wesayitekê ve ber bi binkeya çekdarên hêza deryayî a Amerîkayê hatin veguhastin, û hate teqandin, ku di encamê de 241 leşkerên Amerîkayî û 58 kes ji hêzên Fransayê, ku beşek ji wan hêzên parastina aştiya navneteweyî li Lubnanê de bûn, hatin kuştin.