۱۳۹۵/۰۲/۰۹


Rejîma Îranê bi awayên curbicur xelkê bona pişikdariya di hilbijartinan de tûj dike


Rejîma Îranê bi awayên curbicur xelkê bona pişikdariya di hilbijartinan de tûj dike

Kurdistanmedia: Endamekî “Şêvra Bajarê Urmiyê” bi axavtinên kêşesaz, hemwelatiyên Azerî li dijî Kurdan tûj dike.
Li gorî rapora gehiştî destê malpera Kurdistanmedia yê, “Mihemed Xelîlpûr” endamê “Şêvra Bajarê Urmiyê” di axavtinên xwe de li yek ji ofîsên bangeşeyên hilbijartinê de û di nava hemwelatiyên Azerî de ragehand ku, “Roja Înê emê bo hemû kes û aliyekê biselimînin ka gelo kê di vê axê de “Rihe û Rîşe” hene.
Navbirî ku fermandarê yek ji Paygahên Besîc ya rejîma Îslamî ya Îranê ye tekez kir ku, “Em Azerbaycanî ne û ev ax yê me ye”.


Navbirî û kesên weke wî ku ser bi rejîma Tehranê ne, bi belavkirina şayî’eyan û gotinên nejadperestane û kêşesaz, hemwelatiyên bajarê Urmiyê bona pişikdariya di hilbijartinan de tûj dikin.

Hevdem piştî destpêkirina hilbijatinên rejîma Îranê, kesên ser bi rejîmê bi piştevaniya nawend û dezgehên ewlekariyê û bi rêkxistina kempêynên curbicur di torên civakî de, hemwelatiyên Azerî ên bajarê Urmiyê li dijî Kurdan tûj dikin û Kurdan weke cudahîxwaz û koçber û piştevanê terorîzmê didin zanîn.

Tê gotin ku ev menalîteya han ku li bajarê Urmiyê li dijî Kurdan tê belavkirin, ji aliyê banda ser bi “Mela Hesenî” û hevbîrûbawerên wî ve tên birêvebirin.

Yasaya bingehîn ya Rejîma Îslamî destêverdanên nawendên leşkirî di karûbarên siyasî de xedexe dike, lê berevajî vê yasayê, hêzên ewlehî û leşkirî di kêberkiyên siyasî û herweha hilbijartinan de, di çend dehikên derbazbûyî de, xwedî rol û bandora harî zêde ne.