Dewleta Behrêynê li hemberî rejîma Îranê helwêst girt
Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derve yê welatê Behrêynê di konfiranseke rojnamevanî de li dijî rejîma Îslamî ya Îranê bertekên tund nîşan dan û ragehand ku, em rê nadin rejîma Îranê bibe gefek li ser ewlehiya cîhana Ereb.
“Xalid Ehmed Bin Hemid” roja Sêşemî berwerê 26’ê Nîsanê, piştî civîna tevî Wezîrê Karê Derve yê Misrê “Samih Şokrî”, di konfiranseke rojnamevanî de ragehand ku, “Em bi tu awayekî rê nadin ku Komara Îslamî ya Îranê hewla têkdana aramî û ewlehiya welatê me û cîhana Ereb bi giştî bide, û di vê pêxemê de jî bi tewahî piştevaniya hewalbendên xwe û li serweyî hemûyan welatê Misrê dikin.

Di hember de jî “Samih Şokrî” ragehand ku, Qahire bona yekgirtîbûn û ewlehiya Behrêynê û herweha rêgirtin ji destêwerdanên derekî, bi hemû awayekî piştevaniyê dide “Menamê”.
Heyamek berî niha malpera “El-Eyam” eşkere kir ku, Meclisa Behrêynê di civîna xwe ya herî dawiyê de daxwaza ragirtina destêwerdanên Komara Îslamî û Hizbullaha Lubnanê di karûbarên welatên Erebî û bitaybetî welatên endam di “Şêvra Hevkariya Kendaw” de kiribû, û herweha daxwaz ji “Yekitiya Ereb” û “Şêvra Hevkariya Ereban” kir ku, bertekên hevpar li hemberî terorîzma Tehranê û Hizbullaha Lubnanê nîşan bidin.
Her di vê derheqê de “Îsma’îl Kewserî” endamê “Komisyona Ewlehiya Netewî û Siyaseta Derve ya Meclisa Îranê” bi awayê henek û sivikatî bas ji bertekên welatê Behrêynê kir û ragehand ku, “Ragehandina Şer ji aliyê Behrêynê ve me dixe bîra serpêhatiya “Serûpiyên Mêrûyan”!
Eva di demekî de ye ku di çend salên derbazbûyî de Rejîma Komara Îslamî ya Îranê çendîn caran bi vê yekê hatiye tawanbarkirin ku dest dixe nava karûbarên welatên herêmê de. Mînaka herî nû jî Hûsiyên Yemenê û Şî’eyên Erebistanê, Şî’eyên Îraqê û Elewiyên Sûriyê ne.