Misbah Yezdî: Hinek ji berpirsyarên dewletî bac dane Amerîkayê
Kurdistanmedia: Misbahê Yezdî û Se’îd Celîlî, êrîşî ser dewletê û Lihevkirina navikî kirin, û dewlet bi tirsa ji welatên Rojavayî û bacdana bi Amerîkayê tawanbar kirin.
Mihemed Teqî Misbahê Yezdî ku wekî bavê me’newî ê “Cibheya Paydar” tê naskirin, ragehand ku lihevkirina li ser pirsa navikî şaşiyek bû, û berpirsyarên pêwendîdar bac dane Amerîkayê.
Mihemed Teqî Misbahê Yezdî ku wekî bavê me’newî ê “Cibheya Paydar” tê naskirin, ragehand ku lihevkirina li ser pirsa navikî şaşiyek bû, û berpirsyarên pêwendîdar bac dane Amerîkayê.
Her li derheq îmzakirina “bercam”ê de, Se’îd Celîlî ku berpirsayetiya girûpa danûstandinkar li dewleta dehem de li stûyê wî bû, ragehand ku hekî ez serkomarê Îranê bûma, min tu carî “bercam” îmza nedikir.
Berî niha hinek ji endamên “Cibheya Paydar” di Meclisa Şêvra Îslamiya Îranê de, û hinek ji fermandarên payebilind ên leşkerî, dewlet tawanbar kirin bi vê ku bac dane welatên Rojavayî, û ew lihevkirina wan, lihevkirineke xirab bûye.