Erebistan û Urdonê nerazîbûna xwe di hemberî destêwerdanên rejîma Îranê de eşkere kirin
Kurdistanmedia: Di hevdîtina şazadeyê Erebistanê û paşayê Urdunê de, pêdagirî li ser hewcehiya xebata li dijî destêwerdanên rejîma Îranê di nava karûbarên navxweyî ên welatên herêmê de hate kirin.
Li gora nûçeya El-erebiye, roja Duşemî 11’ê Nîsanê Mihemed bin Selman şazadeyê cihnişîn, cihgirê Civata wezîran û Wezîrê Parastinê ê Erebistanê li Urdunê digel Melik Ebdullahê duyem paşayê Urdun, û şandeke pêkhatî ji berpirsyarên payebilind ên leşkerî ên wî welatî li hev civiyan.

Piştî vê hevdîtinê her du aliyan bi derkirina daxuyaniyeke hevpar, dijberiya xwe di hemberî destêwerdasnên rejîma Îranê di herêmê de eşkere kir, û li derheq siyasetên nuha ên Komara Îslamî hişdarî dane vê rejîmê.
Di beşeke vê daxuyaniya hevpar de hatiye ku: “Welatên xweser ên herêmê di çend salên borî de, berdewam derheq metirsiya destêwerdanên Komara ÎSlamiya Îranê, di nava karûbarên navxweyî ên wan de, û hewlên rejîmê derheq vegeşandina nakokiyên tayifî û terorîzmê ji riya bikaranîna destûpêwendiyên xwe ve hişdarî dane.
Serhildana hevalbendiya leşkerî a Îslamî bi rêberiya Erebistanê yek ji hewlên wî welatî bona berengarbûna van cure gefên rejîmê ne”.