۱۳۹۵/۰۱/۲۴




Rûsiyê Îdi’aya Beşa Esed direv derxist


Rûsiyê Îdi’aya Beşa Esed direv derxist


Kurdistanmedia: Rayedarên dewleta Rûsiyê gelaleya êrîşa bo ser bajarê Helebê ret kirin û rejîma Beşar Esed bi direvîn derxistin.
Ligorî nûçeyên belavbûyî, fermandarê giştî yê “Sitada Hevpar ya Artêşa Rûsiyê” ku piştevanê sereke yê rejîma Beşar Esede ragehand ku, tu gelaleyek bona kontrolkirina bajarê Helebê di holê de nine.


Di çend rojên derbazbûyî de şer û pevçûnên zêde di navbera hêzên dewleta Esed û hevpeymanên wê tevê, dijberên dewleta Sûriyê li derdora bajarê Helebê derketin, û eva jî bi tehlûkek mezin bo ser agirbest û gera bê ya dabûstanan tê hesibandin.

Sêrgêy Rodiskoy yê fermandarê operasyona hevpar ya artêşa Rûsiyê herweha ragehand ku, tevahiya gelaleyên me bo têkşikandina Cebhet El-Nosre ye û tu gelaleye bona kontrolkirina bajarê Helebê didest de nine.

Piştî destêwerdanên Rûsiyê di Sûriyê de girûpên curbicur ên opozisyona Sûriyê di daxûyaniyekê de daxwaza pêkanîna eniyek herêmî li dijî Îran û Sûriyê kirin.

Rûsiyê ku berê ragehandibû ku armanca êrîşên wan jinavbirina çekdarên terorîst ên Dewleta Îslamî dabû zanîn, lê niha helwêsta xwe guheriye û bi eşkere piştevaniyê ji rejîma Beşar Esed dike.

Heya niha çendîn caran dijberên Beşar Esed daxwaz ji Rûsiyê kirine ku dawiyê bi êrîşên xwe bîne û dev ji piştevaniya Esed berde, lê Rûsiyê bersiva erênî nedaye daxwaza wan û liser êrîşên xwe berdewam e.