Malbatên Îranî niha jî, di bin barê giraniyê de dinalin
Kurdistanmedia: Di dirêjiya yek sala borî de, nirxa kelûpelan, û hewcehiyên malbatan gelle zêde bûye, û xelk di bin barê vê giraniyê de dinalin.
Li gora nûçegihaniyan, “Nawenda Amara Îranê”, wekî nawendeke fermî ya ragehandina nirxên amarî, nirxa helawsan (ınflatıon, tewerom)’ê di meha yekem ya îsal de ragehandiye, ku li gora wê, nirxa kelûpelan, û hewcehiyên malbatan, dîsan jêhel çûye, û nirxa tu tiştekê kêm nebûye.

Li gora rapora “Nawenda Amara Îranê” ya Îranê, zêdetirîn nirxa ku jêhel çûye, ya av û elektrîkê (berq, kehrbayê) ye, ku ji sala borî ve heya niha %33.3 zêde bûye.
Serbarê van serjimêriyên ku “Nawenda Amara Îranê”, radigehîne, lê berpirsyarên rejîmê, bona dilxweşkirina xelkê welat, radigehînin ku nirxa “teweromê” daketiye, eva di demekê de ye xelk bi xwe rojane digel vê giraniyê destûpencê nerm dike, û heta “rêkevtina bercamê” jî nekariye rewşa jiyana xelkê welat, berevajiyê qewl û sozên dewleta Rûhanî, kêmekê jî baştir bike.