۱۳۹۵/۰۲/۰۵


Heşt endamên Spaha terorîstî ya Pasdaran di Sûriyê de hatin kuştin


Heşt endamên Spaha terorîstî ya Pasdaran di Sûriyê de hatin kuştin

Kurdistanmedia: Di şer û pevçûnên di Sûriyê de, ku rejîma Îranê bi hemû hêza xwe tê de beşdar e, heşt endamên din vê rêkxirawê tê de hatin kuştin. 
Li gora raporên ragehandinên rejîma Îranê, di şer û pevçûnên Sûriyê de, hejmarek ji endamên Spaha Pasdaran ya vê rêkxirawa terorîstî hatin kuştin. 


nûçegihaniya “Tesnîm” ya ser bi Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê, roja Înê 3’ê Banemerê, belav kir ku sê kes ên Efxanî ên ser bi Spaha Pasdaran, bi navên Esedullah Husênî û Kazim Tewesolî û Morteza Recebî, hatine kuştin. 

Herwisa Husên Himetî ku kesekî payebilind di nav Spaha Pasdaran de bû, bi xompareyê hate kuştin, û du endamên din jî bi navên Mihemed Husên Hemze, li tîpa 12 ya “Qa’im Simnan” û “Efşîn Zewreqiyê behrî” ji girûpa endazyarî ya 45’ê ya “Cewad El-eîme” ya Spaha Neynewa li bajarê Gulistanê hatin kuştin.

Çend rojan berî niha bû ku ragehandinên rejîma Îranê navê 11 efserên ku li derdora Helebê hatibûn kuştin, ragehand.

Hefteya borî jî 5 efserên Kumkesk (kilaw sewz), ên arteşa Îranê di Sûriyê de hatin kuştin. 

Di daxuyaniya konferana Îslamî ya di Stenbolê de, tevî mehkûmkirina destêwerdanên rejîma Îranê di nava welatên wekî Îraq, Sûriye, û Lubnanê hewlên terorîstî ên wan, û tawanên Hizbullahî di Sriye û Yemen û Behrêyn û Koveytê de mehkûm kir.