۱۳۹۵/۰۲/۰۵


Amerîka li hember gefên Îranê sîstema parastina mûşekî ya welatên Kendavê bihêztir dike


Amerîka li hember gefên Îranê sîstema parastina mûşekî ya welatên Kendavê bihêztir dike

Kurdistanmedia: Rojnameya “Waşinton Post”ê ragehand ku, serokê Amerîkayê di sefera xwe ya bo welatê Erebistanê de, soza vê yekê daye welatên Erebî ku, çek û teqemeniyên nû û pêşkevtî bona parastina mûşekî û berbirûbûna êrîşên deryayî û êlêktronî ên Rejîma Îslamî ya Îranê, bide wan.
“Waşinton Post” herweha vê yekê jî navşêre ku, Barak Obama di sefera xwe de hewla vê yekê daye ku, welatên Erebî ên herêmê û bi giştî Suniyên Rojhilata Navîn xatircem bike ji gefên rejîma Tehranê. Jiber ku Erebistana Si’ûdî û hewalbendên wê hêj nîgeranê vajûkirina rêkevtina navkî ya Amerîka tevî rejîma Îslamî ya Îranê ne.


Mijara gefên rejîma Îslamî ya Îranê bo ser welatên herêma Rojhilata Navîn û herweha destxistine nava karûbarên welatê Sûnî û têkdana ewlehiya wan, di çend salên borî de berdewam di rojevê de bûye û welatên Sunî û erebî û bi giştî civaka cîhan berdewam liser vê yekê, rejîma Îslamî ya Îranê rexne dikin.

Her di çend rojên derbazbûyî de bû ku careke din rejîma Îranê gefa vê yekê li welatê Behrêynê xwar ku Îran dikare bi çend mûçekan welatê Behrêynê bi temamî liser xerîteya cîhanî reş bikem.

Eva jî weke setratejiya rejîma Îslamî tê hesibandin, jiber ku rayedarên Îranê çendîn caran bas ji jinabirina yekcarî ya welatê Îsra’îlê jî kirine.