۱۳۹۵/۰۱/۲۲



Îran: Amerîka piştevanê terorîzmê ye


Îran: Amerîka piştevanê terorîzmê ye


Kurdistanmedia: Husên Dêhqan ê Wezîrê Berevanî yê rejîma Îslamî ya Îranê, êrîşên tund dike ser Amerîkayê û wî welatî bi piştevanê terorîzmê di cîhanê de dide zanîn.
Roja şemî 9’ê Nîsanê di rêûresma rêzgirtin ji salvegera kuştina mohreyê rejîmê Seyad Şîrazî, ku di “Sitada Hêzên Çekdar” hate lidarxistin, li hemberî gotinên Can Kêrî yê Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê, Wezîrê Bervanî yê rejîma tehranê, bertekên tund girtin.



Can Kêrî di cîvînekê de li welatê Behrêynê daxwaz ji rejîma Tehranê kiribû ku, nîşan bide ku endameke çalak û xwedî bandore di civaka cîhanî de û bona dawî anîn bi kirîza Sûriyê û şerê Yemenê, alîkariya civaka cîhanî bidet.

Husên Dêhqan herweha sê pirsyar anîn berbas û bersiva wan ji Can Kêrî xwest, pirsyarên weke vê ku sedema bûna Amerîkayê li herêmê çiye? Çima bi xwe li Yemenê jînosaydê dikin û deng nakin, lê hekî li welateke din ev kar bê kirin, bas ji mafê mirov dikin? Sedema piştevaniya Amerîkayê ji girûpên tundrev û terorîzmê çiye?

Ew berpirsyarê leşkirî yê rejîma Îslamî yê Îranê ragehand ku, çaxê ku Amerîkayê bersiva pirsyarên min veda û ji vê mijarê fikirî, êdî wî çaxî zêde na axove û û gotinê bênirx û bê qîmet nake.

Her di vê derheqê de û di heman rêûresmê de, Husên selam yê cîgirê fermandarê Sipaha Pasdaran jî ragehand ku, bas kirin ji şiyana berevaniya Îranê, ne karê Amerîkiyane.

Navbirî herweh pêdagirî kir ku şiyana me ya mûşekî tu carî ne cihê danûstan û aşîtî û bazirganîkirinê de ye, belkî bernameya mûşekî ya Îranê di bin biryara navxwe ya nizamê û fermandarê giştî yê hêzên çekdare.

Ceribandinên vê dawoyê ên rejîma Îaslamî ya Îranê bûye sedema nîgeraniya civaka cîhanî û her di vê derheqê de herdu welatên Amerîka û Firansayê ragehandin ku, rejîma Îranê bi ceribandina wan mûşekan, biryarnameya 2231 ya “Civata Ewlekariyê” binpê kiriye.