۱۳۹۵/۰۲/۰۵


Eta’ola Salihî: Şandina artêşa Îranê bo Sûriyê ne biryara artêşê ye


Eta’ola Salihî: Şandina artêşa Îranê bo Sûriyê ne biryara artêşê ye

Kurdistanmedia: Piştî şandina artêşa rejîma Îslamî ya Îranê bo Sûriyê, fermandarê giştî yê Artêşa rejîma Îslamî ragehand ku, rêkxistina leşkirî ya artêşa Îranê tu berpirsyaritiyek li hember şandina artêşê bo Sûriyê nine.
serleşker Eta’ola Salihî fermandarê giştî yê artêşa Rejîma Îslamî ragehand ku, artêş derheq bi alîkariyên şêvirmendiyê ên li Sûriyê, berpirsyar nine, eva di demekî de ye ku hinek ji rayedarên artêşê ragehandine ku artêşa Îranê bona alîkariyên şêvirmendî, di şerê Sûriyê de pişikdar e.


Eta’ola Salihî tekez kir ku hinek ji hêzên artêşê bi awayekî dilxwaz û xweser çûne Sûriyê.

“Emîrelî Arastê” cîgirê hevahengkar yê hêza artêşa rejîmê çend rojan berî niha ragehand ku, Tekawerên Tîpa 65 ya ser bi artêşa rejîmê bona karê şêvirmendiyê bo Sûriyê hatine şandin.

Her di vê derheqê de “Ehmedriza Pûrdestan” fermandarê hêza bejayî yê artêşê jî, ji rêya telewizyona “El-Alem”ê ve tekez kir ku, hêza artêşa Komara Îslamî bona karê şêvirmendiyê bo Sûriyê hatiye şandin.