۱۳۹۵/۰۲/۰۵


Palemênta Behrêynê: Gerrek bersiva destêwerdan û terorîstên rejîma Îran û Hizbûllahê bi “Mistek Asinî” bê dayîn


Palemênta Behrêynê: Gerrek bersiva destêwerdan û terorîstên rejîma Îran û Hizbûllahê bi “Mistek Asinî” bê dayîn

Kurdistanmedia: Parlemênta Behrêynê roja Çarşemî 20’ê Nîsanê rejîma Îranê û herweha Hizbullaha Lubnanê bi perepêdana êrîşên terorîstî li dijî ewlehiya Behrêynê tometbar kir.
Parlemênta Behrêynê di daxûyaniyekê de îşaret bi vê yekê kir ku, dema vê yekê hatiye ku bersiva destêverdan û terorîstên rejîma Îranê û Hizbullaha Lubnanê bi “Misteke Asinî” bê dayîn, û ewlehî û tenahiyê biparêzîn û li dijî dujminên ewlehiya welat bisekinîn.


Piştre “Adil El- Cubeyr”ê Wezîrê Karê Derve yê Erebistanê jî, tekez liser tawanbarbûna rejîma Îslamî ya Îarnê û Hizbullahê kir li dor destxistine nava karûbarên welatan û piştevaniya ji terorîzmê bona têkdana asayîşa herêmê.

Adil El-Cubeyr herweha bas jî daxûyaniya rayedarên “Hevkariya Îslamî” kir ku têde rejîma Tehranê bi piştevaniya ji terorîzmê tometbar kir.

Wezîrê Karê Derve yê Behrêynê herweha zêde kir ku, “Gerek Îran çek û teqemeniyan nede terorîstan, û herweha daxwaza alîkariyê ji hemû welatên Kendawê kir, bona berbirûbûna siyasetên rejîma Îslamî ya Îranê.

Navbirî herweha gefa vê yekê li rejîma Îranê xwar ku, bêtir e ku Îran helwêsta xwe li herêmê biguhere, û herweha 24 demjimêr dem bo HizbuLLahê diyarî kir, da ku axa Behrêynê bi cih bihêle.