Çalakiyên endam û alîgirên Hizba Demokrat bi boneya roja şehîdan berdewam in
Kurdistamedia: Çalakiyên teşkîlatî û teblîxatî ên endam û alîgirên Hizba Demokrata Kurdistanê, bi boneya 10’ê Xakelêwe roja şehîdên Kurdistanê, li bajar û gundên Kurdistananê berdewam in.
Sine
Li gorî nûçeya gehiştî destê malpera “Kurdistanmedia”yê, rêvîngên rêbaza Qazî û Qasimlo û Şerefkendî, bi belavkirina tirakt û pûstêrên taybet bi Komîsyona Teşkîlata Hizba Demokrat, roja 10’ê Xakelêwe bilind ragirtin.
Li gundên Mîraw û Tengîserê jî endam û alîgirên Hizba Demokrat bi boneya roja şehîdan, çalakiyên teblîxatî lidar xistin.
Her di vê derheqê de jî endam û alîgirên Hizba Demokrat li gundê “Nêraw”ê ala Kurdistanê hildan.
Urmiye
Endam û alîgirên Hizba Demokrat û rêbaza şehîdan li bajarê Urmiyê jî, bi boneya 10’ê Xakelêwe li nawenada bajar, Îslamabad, Seyrangeha Bend, Koştarga, û Terzîlûyê, bi belavkirina tirakt û pûstêrên taybet bi 10’ê Xakelêwe, roja şehîdên Kurdistanê, çalakiyên teblîxatî lidar.