Tehrîmên Amerîkayê li ser şîrketa firokevaniya Mahanê di cihê xwe de ye

Kurdistanmedia: Can Kirbî gotiye ku tehrîmên Amerîkayê derheq vê şîrketê di cihê xwe de ye.
Li gora nûçegihaniyan, Can Kirbî berdevkê Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê, li dijkiryara bi raporekê li derbarê şîrketa firokevaniya Mahan ku ji aliyê Spaha Pasdaran ve tê piştgirîkirin, gotiye ku tehrîmên Amerîkayê derheq vê şîrketê di cihê xwe de ye.
Şîrketa firokevaniya Mahanê, ku girêdayî Spaha Pasdaran e, bo zêdetir ji deh welatên Asyayî û Ewropî firîna tîcarî heye.
Ji dîtingeha Wezareta Xizînedariya Amerîkayê ve, şîrketa Mahanê, alîkariyeke gellek nêzîk digel Spaha Pasdaran heye, bi taybetî digel çiqa wê ya derveyî sînor, wate hêza terorîstî ya Quds.
Amerîkayê ragehandiye ku ew alîkariya nêzîk bo mînak veguhastina çek û teqemeniyan, bo welatên wekî Sûriyê û Lubnanê ye. “Mahan Air” ji sala 1390’î ve, di rîzbenda tehrîmên Amerîkayê de ye. Amerîkayê 19 kes û şîrketên ku tawabar in di “dellalî” ya bo vê şîrketê, tehrîm kir.
Can Kirbî, ragehandiye ku tehrîmên me li dijî vê şîrketê, wê berdewam bin, û me tu niyetek bo guhartina wê tune ye.